Exercise Planning - Uma ferramenta de apoio ao meio educacional
Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire.
description
Transcript of Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire.
Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1
A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire.
1) Ax_ welat giranbiha __.
2) Av_ baranê ket kolîn_.
3) Bang_ Yekîtiya Jinên Kurdistan_ bê bersiv nema.
4) Evîn_ Mem û Zîn_ bi nav û deng _.
5) Kovan_ di dilê me da ew _, ku em jî azad û serbest bijîn.
6) Jin_ jîr kar_ mal_ xwe berî nîvro diqedîne.
7) Îsal berf pir dahatiye, ku deriy__ xaniy__ jî hatine girtin.
8) Demokratî li welat__ Rojhilat__ Navîn tineye.
9) Pir kes ji wê baweriy_ ne, ku tîp__ latînî ji bo ziman_ kurdî baştir __.
10) Bi gelemperî bêjey__ ziman_ kurdî bi tîp__ „u“ û “i” dest pênakin.
11) Serdar__ welat__ Rojavay_ li ser doz_ Kurdistan_ ketin rawêj û dewan_.
12) Cejn_ Newroz_ di destpêk_ demsal_ bihar_ da ye.
13) Ji girav__ Yûnan_ ya here mezin Kirêt _.
14) Rovî__ dûvsipî di nav zevî__ me ra derbas bû.
15) Bira__ Sînem_ hinek ji av_ kanî__ gund ji me ra anî.
B) Di vê nûçeya jêrîn da cihên vala dagire.
Gundî di mêvanxan_ Reşo da rûniştî bûn û diaxaftin. Dijmin ji gund_ Şadiyan ne gelek dûr bû. Herkes diponijî û li çareyek_ digeriya. Di wê gavê da derî bi hêrs vebû. Qoço__ Polat, qiral_ çiyan bi heşt mirov__ xwe va kete hundir. Cil__ wan şil bûn; av di tiving__ wan ra dihate xwar. Gundî___ gişt__ bi hev ra dan ber qîr__: “Polat_ Kurd, sergevaz_ çiya___ Kurdistan_ fermo!”.
C) Di vê axaftina jêrîn da cihên vala dagire.
Mamoste: Nav_ te __ ye.
Suxte: Nav_ min Gurgîn _.
Mamoste: Tu ji kûderê __ ?
Gurgîn: Ez ji Cizîr_ Botan __.
Mamoste: Gurgîn! Birc_ Belek hên heye?
Gurgîn: Belê mamoste! Birc_ Belek hên heye, lê niha leşker_
dagîrker__ têda __.
Ç) Zayendê van navdêrên jêrîn diyar bike. Gava ew nêr be, di kevanan da
“n” binivîsîne û gava mê be “m” binivîsîne.
Mêrdîn( ), bajar( ), çem( ), biyaban( ), dest( ),
çav( ), dîwar( ), pencere( ), derî( ), xanî( )
kon( ), xîzar( ), pîvaz( ), nan( ), penîr( ),
şekir( ), nivîn( ), mitêl( ), perde( ), kum( )
pirtûk( ), havîn( ), sal( ), baran( ), dil( ),
av( ), ling( ), bar( ), car( ), sêv( ), agir( ),
mast( ), çerx( ), garan( ), kerî( ), ref( ), lek( )
aş( ), sing( ), sêling( ), sêpî( ), merx( ), tertûl( )
benîşt( ), savar( ), al( ), pincar( ), kerbeş( )
Serxwerabûna Mirîşkan
Li welatê me Xerza
Dîkek hebû şehreza
Rokê ew çû nav dîka
Ji wan re digo hêdîka
Rabin bêjin mirîşkan
Bes xwe bidin enîşkan
Dîk û mirîşk bûne kom
Berê xwe dane cem bûm
Leşker tevde bûne lek
Hin çeleng û hin kulek
Berê xwe dane çolê
Tevlî koç û tev êlê
Teyran dî ku nagehan
Têye leşkerkî giran
Tevde firîn ji malan
Berê xwe dane halan
Ew jî li hev bûne kom
Yekî rabû gote bûm
Ey padîşahê teyran
Wey serbilindê Tûran
Rabe ser xwe tu mîro
Ji bo me bêje îro
Ev leşkerê bê jimar
Gelo heye jê zirar
Bûm kenî û gote wan
Bankin bazê pehlewan
Hûdhûd rabû serfiraz
Wî çû bi lez gote baz
Go rabe ey tu bazî
Şeh te îro dixwazî
Baz çû cem şeh li banî
Destê xwe l’ser hev danî
Go ey xwedîkarê min
Zû li min ke barê min
Bûm gote bazê xwînxwar
Bi lez rabe here xwar
Bazî rabû weke şêr
Firek da xwe hate jêr
Bazê terî bi rêşî
Hate cem dîkê pêşî
Destê wî girt û hejand
Nitqet jêre dirijiand
„Olan sen nêrelîsin?”
Go em xelkê Bedlîs´in
“Sizin bûrda ne îş war?”
Dîk xeyidî lê da dar
Bazî şehda xwe anî
Dîk jî darê xwe danî
Go bi zor û bi gazin
Em heqê xwe dixwazin
Baz go kî´ye serleşker?
Go tu nizanî ey ker
Ez´im paşa ez´im mîr
Ez´im şahê cîhangîr
Bazî çû cem dîkê dî
Dî ku ew jî wekî wî
Tevan go paşa û mîr
Kesî nego ez wezîr
Nefer bûne yûzbaşî
Heta giha ê paşî
Bazî rabû çû banî
Li ber destî bûm danî
Tilûr tev lê bûne kom
“Qale ya ey-yûhel qewm”
Ev hatine ji mala xwe
Divên îstîqlala xwe
Bûm go bazê dîlawer
Gelo kî´ye serleşker?
Go tev paşa û mîr´in
Bê wezîr û gizîr´in
Bûm hêdî rabû ser xwe
Taca xwe da serê xwe
Go bi taca serê min
Kes nîne hembera min
Rabin wek pehlewana
De em herin ser wana
Hatin teyrên dubirak
Bankirin kund û qijak
Go hûn werin binêrin
Ka em îro çi mêr´in
Dîka xwe da enîşka
Bû qîrqîra mirîşka
Go fermana wan rabû
Koma wa j´hev bela bû
Ên ku kuştin ên ku man
Hatin gundan bê guman
Wan jî weke me kurdan
Destên xwe j´ber xwe berdan
Elok û tûtik û qaz
Tevde bûne belengaz
Tevde ketin koxên reş
Çîroka me ji we re xweş
Wek seydayê Cegerxwîn
Hemî bûne dilbirîn